Li Stenbol û Kirklareliyê biserdegirtinên malan: Rêveberên HDPyê hatin desteserkirin

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Stenbol Kirklarelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Stenbol û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê polîsan bi ser malan de girt û herî kêm 20 kes hatin desteserkirin.

Tê gotin dibe ku hejmara kesên desteserkirî zêde bibe.

Li bajarên Stenbol û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girt.

Di serdegirtina mal û navnîşanan de berpirs û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî bir Rêveberiya Asayîşê ya Stenbolê, tê gotin dibe ku hejmara kesên desteserkirî zêde bibe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li Stenbol û Kirklareliyê di “operasyonan” de polîsan bi ser 26 navnîşan de girt û 20 kes desteser kirine.

Navên hinek kesên desteserkirî wiha ne:

Endamê Encûmena Giştî ya HDKê Umut Ezber, Endamê Encûmena Partiyê ya HDPê Cengiz Topbaşli, Hevseroka Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi, Hevseroka Navçeya Pendîkê ya HDPê Oya Aytekin, rêveberên Rêxistina Bajêr a HDPÊ Çetin Aslanboga û Mesut Firat,  Rêveberê Rêxistina Navçeya Ataşehîrê ya HDPê Halil Aksu, Hevseroka Navçeya Bakirkoyê ya HDPê Gonca Yangoz û Mehmet Akçiçek, Bulent Yildirim, Zaynel Azadî, Fikriye Sarigol, Burcu Demir, Fethiye Kizmaz, Behiye Demir, Huseyin Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Duman.

Rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser operasyonan daxuyaniyek belav kir û got:

“Hûn dê nikaribin bi desteserkirin û tundûtûjiyê bi me gavan paş de bidin avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst