Kalin: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye

02-10-2021
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Tirkiye Sûriye Rejîma Sûriyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê dibêje, hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye û mafê wan e wek çawa mafê Amerîka û Rûsya ye derbasî wî welatî bibin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji rojnameke Almanî re got, “hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye” û ragihand, beşek ji dostên wan yên Ewropî rexneyan li Tirkiyê digirin ku hêzên wê li Sûriyê ne hebûna wan li wir bo ku xelkê li navçeyê bihêlin û tekez kir ku eger ew ne li Idlibê bûna, dê 2 milyon û nîv ji welatiyên wê koçber bibin.

Îbrahîm Kalin got jî, li cihê ku spasiya Tirkiyê bihata kirin, rastî sizayan hat, ji ber ku “ziyan gihande hebûna PKKê li navçeyê.”

Kalin binpêkirina Tirkiyê ji yasayên navdewletî li Sûriyê red kir û got, aliyê ku ew yasa binpê kirine, “rejîma Sûriyê û PKKê ye.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got jî, wan ji sala 2015an heta 2017an pêşniyara avakirina devereke aram kir û eger ew devera bihata avakirin, wê xelkê Sûriyê bi wê hejmara zêde koçber û penaber nebûya.

Serederiya Tirkiyê li gel bajarên Rojava û Sûriyê

Bajarên Serê Kanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de ketibûn destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve. Bajarê Efrînê jî Adara 2018an ketibû destê Tirkiyê.

Hikûmeta Tirkiyê mîna ku bajarên wî welatî ne, serederiyê li gel Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û bajarên din ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dike.

Hikûmeta Tirkiyê heta niha ala xwe li wan bajaran bilind kiriye, dibistanên Tirkî vekirine, pereyên xwe kirine pereyên fermî li bazaran, saziyên xwe tê de ava kirine û herê dawî jî saziya xwe ya Postê (PTT) li Girê Spî vekirîbû û xebata danîna xetên elektrîkê ji Tirkiyê bo Girê Spî û Serê Kaniyê dabû destpêkirin.

Li gor yasayên navdewletî nabe dewletek dezgehên xwe yên fermî di nav axa dewleteke din ava bike, ala xwe, wêneyên serokê welatê xwe her li nav axa wî welatî jî bilind bike. Lêbelê Tirkiyê li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û bajarên din ev yek kirine.

Çavdêr û şopîner vekirina saziyên fermî yên hikûmeta Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê wekî nîşana girêdana wan navçeyan bi Tirkiyê ve bi nav dikin.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî roja 21ê Tîrmeha îsal jibilî Izazê, serdana Efrînê jî kiribû.

Ew serdana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bo nav axa Sûriyê di demekê de ye, ku li gor Destûra Netewên Yekbûyî û hiqûqa navdewletî, rayedarên ti welatekî nikarin bêyî agahdarî û rêpêdana welatê mazûvan, serdana beşek ji axa wî welatî bikin.

Artêşa Tirkiyê dawiya zivistana 2017an êrişî herêma Efrînê kir û piştî nêzîkî du meh ji şer, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser ji herêmê vekişiyan û Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst