Bekir Bozdag: Leşkerên Tirkiyê nakevin axa Kurdistanê

02-10-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bekir Bozdag Kurdistan Serxwebûn referandum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, gotinên ku derbarê derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê tên kirin, tenê şirove ne û tekez kir, ku Enqere dê bi aqilane û bi aramî tevbigere.

 

Bekir Bozdag piştî civîna îro ya Encumena Wezîran a Tirkiyê konfranseke rojnamevanî saz kir.

 

Di vê konfransa rojnamevanî de, berdevkê hikûmeta Tirkiyê li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û helwesta Enqerê li hember vê referandumê axivî.


Bekir Bozdag cardin tekezî li ser helwesta berê ya Tirkiyê li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û got, ku ew referandum nerewa ye û ew weke Tirkiyê wê referandumê û encamên wê qebûl nakin.

 

Bozdag tekezî li ser yeparçeyiya xaka Iraqê jî kir û diyar kir, ku Tirkiye dê têkildarî referandumê bi Îranê û Iraqê re di nava hevkariyê de be û bi wan her du welatan re bi hemahengî tevbigere.

 

Bozdag behsa pêngavên pratîkî yên Tirkiyê li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û got, ku wan heta niha komek rêkar cîbicî kirine û amaje bi manovrên leşkerî yên li ser sînor, derxistina hin kanalên televîzyonî ji Turksatê (Rûdaw jî hatiye derxistin), tezkereya serbazî ya parlamentoyê, rawestandina rahênana pêşmerge û sekinandina geştên esmanî bo Herêma Kurdistanê kir.

 

Li ser pirsyara derbarê egera derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nava xaka Herêma Kurdistanê, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê ragihand: “Hin şirove hene ku dibêjin leşkerêb Tirkiyê dê têkevin Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) û hin deran, ev hemû şîrove ne, Tirkiye dê bi aqilekî dirist û bi aramî tevbigere.”

 

Bekir Bozdag herwiha da xuyakirin, ku ew dê ji niha pê ve tenê Bexdayê weke muxateb werbigirin û tekez kir: Em dê ji niha pê ve tenê serederiyê li gel hikûmeta Iraqê bikin, heta ku rêveberiya Kurdî ya Iraqê ji vê şaşiya xwe vedigere.

 

Bozdag herwiha diyar kir, ku Enqere dê gav bi gav helwest û pêngavên xwe li dijî Herêma Kurdistanê nîşan bidin û ew niha her tiştî aşkere nakin. Bozdag da zanîn, li hember her pêngaveke Herêma Kurdistanê, Tirkiye jî dê pêngava xwe bihavêje.

 

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, Bozdag amaje bi serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyipb Erdogan bo Îranê kir û got, Erdogan dê roja 4ê Cotmehê bo beşdarbûn di civîna Encumena Bilinda Karê Hevbeş a her du welatan de serdana Tehranê bike.

 

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê aşkere jî kir, ku rojeva sereke ya serdana Erdogan dê pêşhatên herêmî û referanduma Herêma Kurdistanê û encamên wê be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst