PARLAMENTERÊ AK PARTÎ: Plana dewleta kurdî amade bû

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê AK Partî yê Stenbolê Burhan Kuzu, derbatê hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ragihand, “Eger darbe serketiba, li rojhilat plana dewleta kurdî amade bû.

 

Burhan Kuzu ji rojnameya Sozcu ya Tirkiyê re axivî û hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê nirxand.

 

Kuzu îdîa kir ku destê Amerîkayê li pişt darbeyê de bûye û Brîtanya û Îsraîlê jî piştgirî daye û got, “Navê darbeyê, radestkirina mifteya Tirkiyê ye. Ez eşker bêjim. Ev tekeza Amerîkayê bû, hewldan di bin pêzanîna Brîtanya û Îsraîlê pêkhat.”

 

Kuzu herwiha diyar kir ku armanca darbeyê ew bûy ku Tirkiyê jî bikin dewletek mêhtîngeh ê weke Kenyayê û wiha axiavî:

 

“Jixwe li rojhilat plana dewleta kurdî amade bû.”

 

Parlamenterê Ak Partî got ku eger darbe serketfî baya li Tirkiyê siyaset û medya bidû toz û ba û lewma jî hê zûye mirov behsa sedemên girtin û binçavkirinan bike.