Parlamentoya Tirkiyeyê dê îro biryar bide

02-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Parlamentoya Tirkiyeyê dê îro li ser tezkereya ku rê dide artêşa Tirkiyeyê li derveyî sînorên welêt li dijî “komên terorîst” operasyonan li dar bixe her wiha leşkerî biyanî jî bikarin li nav Tirkiyeyê bimînin, gotûbêj bike.

 

Parlamentoya Tirkiyeyê duh piştî bidawîhatina bêhinvedana havînê dest bi kar kir.

 

Parlamento îro dê ji bo tezkereya ku wek “Tezkereya Sûriye û Iraqê” jî tê binavkirin, bicive û li ser wê gotûbêj bike.

 

Civîn saet 15:00 dest pê dike û divê herî kêm 184 endamên parlamentoyê amade bibin da ku civîn fermî be.

 

Ji bo ku tezkere were pesendkirin jî divê herî kêm %51ê endamên parlamentoyê deng bidinê.

 

Partiyên Komarî ya Gel (CHP) û Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tezkereyê ne û dê dengê “na” bidinê lê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û AK Partî dê dengê “erê” bidin tezkereyê ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku tezkere were pesendkirin.

 

Par ji Sûriye û Iraqê re tezkereyên cuda hatibûn pesendkirin lê îsal ji her du welatan re tezkereyek hat pêşkêşkirin.

 

Cara yekem di tezkereyê de hat gotin ku DAIŞ ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd dike. Li gorî tezkereyê, Tirkiye dê bikaribe li dijî “çalakiyên terorîstî” yên li wan welatan de operasyonên leşkerî li dar bixe her wiha leşkerên biyanî jî dê bikaribin bi heman hêcetê xaka Tirkiyeyê bikar bînin.

 

Sala 2003an jî hikûmetê tezkereyek wisa dabû parlamentoyê lê ew tezkere ku wek “Tezkereya 1ê Adarê” tê naskirin, nehatibû pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst