Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanên mafên ajelan û ajeldost li Stenbolê kom bûn û yasaya kûçikên beredayî protesto kir.
Yasaya kûçikên beredayî meha borî di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û ket warê bicihkirinê lê nîqaşên derbarê yasayê de bi dawî nebûne.
Xwepêşander bi pankartên “Em kolanan bi cih nahêlin û dostên xwe nadin”, “Hûn nikarin kom bikin, zindanî bikin û bikujin”, “Em dê vê yasayê rawestînin” meşiyan.
Wan daxwaza bipaşdekişandina yasaya kûçikên beredayî kir ku meha borî li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin.
“Em naxwazin ew werin tunekirin”
Welatiyê bi navê Hasan Kizilyatak li ser yasayê got:
“Ez bi xemgînî dibêjim, yasayeke ku ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin.
Em dixwazin ev yasa demildest paş de were kişandin. Hûn dê bêjin çima?
Ji ber ku ew jî wekî me candar in. Ji ber ku em naxwazin ew bi yasayê werin tunekirin û komkujîkirin, em li vê derê ne.”
Hikûmet ji bo bicihkirina yasaya kûçikên beredayî rijd e û ajeldost jî dibêjin, dê gelek kûçik werin kuştin û divê yasa neyê bicihkirin.
Welatiya bi navê Ayten Arslanê jî anî ziman:
“Çawa ku 15ê Tîrmehê dema derbe hat kirin, em bi serokkomar re bûn.
Niha jî em ji bo ajelên li kolanan li vê derê ne. Ez wekî endameke AK Partiyê dibêjim; ev yasa bi xwîn e û bila paş de were kişandin.”
Li gorî yasaya kûçikên beredayî, kûçikên nexweş ên ku ji bo mirov û ajelan xeter in û rê li ber belavbûna nexweşiyan were girtin veterîner dikarin biryara kuştinê bidin.
Her wiha divê ji bo kûçikên beredayî heta sala 2028an wargeh werin avakirin û hemû kûçikên beredayî li wan cihan werin komkirin.
Berpirsên şaredariyan ên yasayê bi cih nekin dê di navbera 6 meh û 2 salan de cezaya girtîgehê li wan were birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse