Dawet bû qada şer: Tevî zavê 9 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mêrsînê di dawetekê de tevî zavê 9 kes birîndar bûn.

Li navçeya Erdemliyê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê xizmên zavê û bûkê di dawetê bi nav hev ketin.

Li gorî agahiyan, dema dawetê berdewam dikir xizmên zavê û bûkê “ji ber ku mehra fermî nehatiye birîn” ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaşa wan gur bû her du alî bi nav hev ketin.

Di vê pevçûnê de 9 kes birîndar bûn ku zava ji di nav wan de ye.

Divê were gotin ku 2 kes bi kêrê û tevî zava 7 kes jî bi lêdanê hatine birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê her 9 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdemliyê.

Derbarê bûyerê lêpirsînê dest pê kir û 2 kes hatin desteserkirin.