Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokkomariya Tirkiyeyê got ku Hekîm Luqman ne ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.
Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.
Pismam û xizmên Hekîm Luqman ji Rûdawê re dabû zanîn ku ew ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.
Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
“Îdiaya ku dibêje H.L.T. ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin ne rast e. Armanca van angaştan provokasyon e.”
Navendê îdia kir ku Hekîm Luqman û 2 kesên pê re yên bi navên S.M.T. û B.A.K. ji ber meseleya “temaşekirina li jinan” bi 2 kesên Êlihî yên bi navên H.O. û Z.O. re pev çûne.
Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re got ku karmendê ewlehiyê yê kafeyê li Hekîm û hevalên wî xistiye û ew derxistine derve û paşê jî H.O. çûye 2 kêr li Hekîm dane.
Li gorî daxuyaniyê, Hekîm Luqman li cihê bûyerê miriye û gumanbar reviyane.
Hekîm Luqmanê Dihokî li Stenbolê hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2024
🎤Ji ber ku bi #Kurdî axiviye 3-4 kêr li dilê wî xistine
🎤 Xelkê temaşe kiriye, ambulans dereng hatiye
🎤 Medyaya Tirkiyeyê qet behsa bûyerê nake
🎤Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez li Stenbolê bûyerê dişopîne û agahiyên herî nû dide pic.twitter.com/AOSzJ2KV0r
Xizmên Hekîm: Sedem axaftina bi Kurdî ye
Divê were gotin ku li gorî daxuyaniyên şahidan 10-12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û sedem jî axaftina bi Kurdî ye.
Pismamê Ekrem Nesrulah ji nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan re li ser sedema kuştina wî got:
“Ji Dubaiyê çûye Stenbolê, li otelê ji bo 3 rojan cih veqetandiye.
Dema xwe berdaye kafeya otelê bi pismamê xwe re bi Kurdî diaxive.
10-12 kes li wê derê ne. Dema dizanin ew Kurd in û bi Kurdî diaxivin yek ji wan radije kêrê û hema li ser dilê wî dixe.
Beriya ku bigihe nexweşxaneyê emrê Xwedê kiriye.”
Basil Goran xizmê Hekîm Luqmanê ku li Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat kuştin:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2024
❝Hizbayetiyê bidin aliyekî û neteweyê li ser her tiştî dayînin
Bi sedan Kurdên me li Tirkiyeyê hatin kuştin
Dema ew tên Kurdistanê em wan li ser serê xwe datînin
Divê Kek Nêçîrvan Barzanî û… pic.twitter.com/MMsWJNPk5j
Muhsîn Tevfîqê pismamê Hekîm Luqman ragihandibû:
“Hekîm bi telefonê li gel xizmên me yên Brîtanyayê diaxivî û ew hatin wekî bêjin kafir in û wan li me xist.
Ez bi Tirkî nizanim lê Hekîm dizanî, wî got ev heqaretê li me dikin. Paşê hemû hatin û wan êriş kir.”
Pismamê Hekîm Luqman: "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biaxive. Birayê min bê sedem hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2024
Birayê min bi Kurdî diaxivî, ji nişka ve 10-12 kesan êrişî me kir
📌 Wan birayê min bê sedem kuşt! pic.twitter.com/iuHSnsCVCd
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse