Li Eskîşehîrê 14 polîs birîndar bûn

02-09-2024
Nîşan Eskîşehîr Polîs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyeyê mîdîbusa polîsan ji rê derket, 14 polîs birîndar bûn.

Bûyerê li ser rêya Afyonkarahîsar-Eskîşehîrê rû da.

Mîdîbusa ku Ş.P. diajot, piştî ku ajokar kontrola xwe winda kir ji rê derket.

14 polîsên tê de birîndar bûn, hat zanîn ku birînên wan ne giran in.

Tîmên tenduristiyê polîsên birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst