Barhilgira qûmê li otobusê qelibî: 6 mirî, 43 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê barhilgireke ku barê wê qûm bû ji kontrola şofêr derket û derbasî aliyê din ê rê bû û li otobûseke rêwiyan da.

Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest da û 43 kes jî birîndar bûn.

Bûyer serê sibehê di demjimêr 05:00an de li Taxa Kocabaşê ya navçeya Honazê ya Denizliyê çêbû.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, barhilgira ku barê wê qûm bû ji kontrola şofêr derketiye û derbasî aliyê din ê rê bûye û li otobûsa rêwiyan daye.

Li ser agahdarkirinê, cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de 5 kesên di otobûsê de li cihê bûyerê û kesekî din jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha 43 kes jî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya hinek birîndaran giran e.