STENBOL - Bi beşdariya partî, sendîka û saziyên sivîl mitînga aştiyê hate sazkirin

Stenbol (Rûdaw) - Bi hilkefta 1ê Îlonê roja aştiya cîhanê li Stenbolê mitîngek hate sazkirin. Mitinga ku di bin tedbîrên emnî yên awarte de derbas bû bi beşdariya dehan partî, sendîka û saziyên medenî hate lidarxistin.

 

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û nûnerên gelek saziyên din jî beşdar bûn. Di axaftinan de bal hate kişandin ku li Kurdistanê daristan têne şewitandin û pêdiviya herî lezgîn a vî welatî jî aştî ye.


Rêya qadê du kêlometre bi bendên hesinî hate pêçan. Nêzîkî 3 hezar kes beşdarî mîtîngê bûn û piraniyan wan Kurd bûn.


Pêyva ku herî zêde dihat ziman aştî bû. Xelk aştiyê weke hêviya herî mezin dibînin.


Kesekî bi navê Ehmet Erdem ji Rûdawê re got: “Wateya aştî ew e ku gel bikarbin bi hev re bijîn. Ol û nijad cuda be jî lê divê pirsgirêk nebin.”


Wealtiyê bi navê Kerim Taşdelen jî got: “ Aştî biratî ye. Divê biratî li nav hemû gelên cîhanê re pêk were.”


Welatî Silêman Tok jî anî ziman: “Bila li ser axa min, bila taxa min û di mala min de biratî û axaftina xweş hebe.


Li meydanê peyamên biratî û wekheviyê hatin dayîn. Bal bo daristanên Kurdistanê hate kişandin. Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê li qade bûn. Xeyala beşdaran ewbû ku dê rojek aştî bê.


Welatiya bi navê Sultan Kose jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye her aştî dê bê û got: “Aştî dê çêbibe lê heta Erdogan heye dê nebe.


Xanim Demir jî da zanîn ku ew hêvîdar e dê aştî pêk bê û got: “Apo û Demîrtaş dê bêne berdan. Înşellah em dê serbikevin.”


Keseke bi navê Fatme Kara jî wiha axifî: “Êdî bes bila xwîn birije. Axa me bi xwînê şil bûye. Derdê me erdê me ye, axa me namûsa me ye. Em tenê aştiyê dixwazin.”


Çend grûbên muzîkê jî beşdarî mîtîngê bûn. Beşdariya îsal ji hemû salên din lawaztir bû. Peyam bi kurdî û tirkî hatin dayîn. Mîtîng bi konsert û govendan bi dawî bû.