ENQERE – Bermayên qurbanan hawîrdor pîs dikin

02-09-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Enqere
Enqere
Nîşan Enqere Cejna Qurbanê Qesab
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li gundan û cihên bejayî serjêkirina qurbaniyan heta rêjeyekê hêsan e ji ber ku cih guncaw e. Lê li bajarên mezin yên weke Stenbol û Enqere gelo qurban çawa tên serjêdikin? Şaredariya Enqerê jî li dû vê pirsê çûye û sîstemeke balkêş bo serjêkirina qurbaniyan hatiye amade kirin. Lê tevî vê yekê jî gellek kes dîsa jî li ser rêyan qurbaniyên xwe serjêdikin. Ev yek jî li gel dîmenên ne ciwan, rê ji pîsbûna hawîrdorê re vedike.

 

Li Bajarên mezin peydakirina cihê serjêkirina qurbaniyan bi serê xwe mesele ye. Ji bo çareserkirina vê meseleyê li Tirkiyê bi taybetî bajarên weke Stenbol û Enqere kar û xebatên şaredariyan hene. Şaredariya Enqere bi rojane xwe ji bo vê rojê amade dike û dawiyê jî sîstemeke balkêş bo serjêkirina qurbaniyan hatiye dirust kirin.

 

Qesab Samet Gorgun di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em di destpêkê de dibêjin “ Allahûekber” û qurbaniyê serjêdikin. Paşî em diqelêşin û bi qanceyan bilind dikin. Qurbanî dikeve ser hesinan û cendekê wê tê vekirin, milên wê tên vekirin.”

 

Herwiha qesab Mehmet Tore jî diyar kir: “Li vir em kevil bi ser de tînîn xwarê anko digurin. Paşî em goştê qurbaniyê parçe parçe dikin . Hemû kar tê temam kirin û qurbanî weke 4 parçe digehe destê xwediyê xwe.”

 

Xwedanên qurbaniyan ji sîstema şaredariyê razî ne. Ji ber ku gellek ji wan newêrane xwe nêzikî qurbaniyên xwe bikin lê şaredariyê kêşe ji bo wan çareser kiriye.

 

Xwediyê Qurbaniyê Hasan Tekîn got: “Ez bi xwe ne dikarim serjêkim. Min zorê qurbaniya xwe heta vir aniye ez jê ditirsiyam. Lê şaredariyê karê me çareser kir ez spasiya hemû kesê dikim.”

 

Beşeke qurbanfiroşan jî di nav vê qelebalixê de tenê hay ji derdê xwe heye . Weke Kazim Duzanê qersî ku ji Bakurê Kurdistanê 30 qrubanî anîna lê 7 di destê wî de mane û dibêje tobe carek din ez nahêm bazarê.

 

Kazim Duzan da xuyakirin: “Min sala borî 50 heb anîn min hemû jî firotin. Lê îsal halê me rezîlî ye. zaten ji bo îsal dawî bû ez êdî vî karî nakim.”

 

Li kêleka bazarê hin kesan jî guh nedaye hişyariyên şaredariyê, ku şaredarî dibêje her kesekî li dervey sîstema şaredariyê gorî serê xwe qurbaniyan serjêke dê ji 100 lîre heta 500 lîre were ceza kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst