Avakirina otonomî li Rojavayê Kurdistanê mîna şîrê dayikan helale

Amed(Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dibêje, nêzîkatiya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê niyeta wê ya di mijara pirsgirêka Kurd de derdixe holê.

 

 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ragiahnd:`` eger ne li Rojavayê Kurdistanê, li Turkîstan bûya, polîtîkayên hikûmeta Tirkiyê wê bi heman rengî bûya``.

 

Baydemîr li ser vexwendina şaredariya paytexta Awûstûrya Viyanayê di civînekê ji raya giştî re ragihand: ``Avakirina otonomî li Rojava, mîna şîrê dayikan helale``.

 

Osman Baydemîr dest nîşan kir ku, nêzîkatiya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê niyeta wê ya di mijara pirsgirêka Kurd de derdixe holê.

 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr da zanîn ku, divê Rojava Kurdistanê azad bibe û dîktatorê Sûriyê Beşar Esad jî biçe.