Tirkiyeyê Instagram asteng kir, Facebookê jî vîdeoya Diyanetê jê bir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Facebook Instagram Meta Tirkiye Diyanet Îsmaîl Heniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Facebookê vîdoeyeke Diyaneta Tirkiyeyê ya derbarê nimêja cenazeyê Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ji ser hesabê wê ya fermî jê bir.

Saziya Ragihandin û Teknolojiyan a Tirkiyê (BTK) roja tora civakî ya Instagramê ku ligel Facebookê di bin banê kompanyaya Metayê de ye asteng kir.

Piştî vê biryara BTKyê Facebookê jî pêngavek li dijî Tirkiyeyê avêt.

Saziya Serokayetiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê (Diyanetê) roja Înê vîdeoyeke nimêja cenazeyê Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ya li mizgefta Ayasfoyayê ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê  bi ser navê “ nimêja xiyabî ya Şehîd Îsmaîl Heniye li Mizgefta Ayasofyayê “ belav kir.

Lê li gorî zanyariyên belavbûne, Facebookê ew video ji ser hesaba fermî ya Diyanetê jê biriye.

Herwiha Facebookê hesaba Diyanetê jî ji bo çêkirina reklaman û vîdeoyên zindî û çend taybetmendiyên din asteng kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst