Li Tirkiyeyê rewşa aborî xelk dîn kiriye: Her kes bûye wekî bombeyekê

Stenbol (Rûdaw) - Li gorî derûnnas û amarên ku têne belavkirin, li Tirkiyeyê civak ji hêla derûnî, rihî û ehlaqî ve têk çûye.

Nezelaliya paşerojê, ragêşî û dabeşkirinên siyasî, lihevsorbûn, pandemî, erdhêj û bi ser her tiştî de jî qeyrana aborî ya ku bi salan e berdewam dike, xelk aniye keviya kendalekî bê veger.

Cînet, pevçûn, nebextewarî, xwekuştin û şerûtî wekî tîrmarekî di nava civakê de diherike û bi navê hêvîdariyê tiştek nema ye.

Psîkiyatrîst Dr. Ayhan Akcan got “Rewşeke derasayî heye niha. Pirsgirêkên pir cidî yên xelkê hene.

Helbet ew pirsgirêk jî bandorê li tenduristiya rihî ya xelkê û bextewariya wan dike.

Debar, bajarvanî, entegrenebûna bajaran, nezanîna heq û hiqûqa xwe û astengî pirsgirêkên gelekî cidî ne li ser tenduristiya rihî. Niha ji 3 kesan du kes bi nexweşiyên pir cidî yên derûnî ketine.”

ji sedî 60ê xelkê Tirkiyeyê dermanên derûniyê bi kar tîne

Di ber siya vê tabloyê de nexweşiyên derûnî berbelav dibin û depresyona civakî bi ser welêt de dagirtiye.

Li gorî amarên TUÎKê, ji sedî 60ê xelkê Tirkiyeyê ango 51 milyon kes dermanên derûniyê bi kar tîne.

Li hêla din dizî, şelandin û bêtehemulî zêde bûye, bikaranîna medeyên hişbir jî gihîştiye asteke metirsîdar.

“Di her qadên jiyanê de rewşa Tirkiyeyê ne baş e”

Alî Pekîn wiha anî ziman “Rewş ji hêla aborî, siyasî û rêvebirinî ve gelekî baş nîn e.

Ez qet baş nabînim. Mafên bingehîn û azadî nîn in.

Mirov xwe azad hîs nakin û nikarin bi rehetî fikrên xwe bînin zimên.

Di her qadên jiyanê de rewşa Tirkiyeyê ne baş e.”

Mûrat Candan wiha axivî, “Xelk dizewice tu dibînî salek neçû cihê dibe.

Em li nûçeyan temaşe dikin dibêje mêrik jina xwe kuşt, zarê xwe kuşt. Tev ew mijarên aborî ne.”

“Her kes bûye wekî bombeyekê”

Akgul Çalbakê got, “A niha her kes bûye wekî bombeyekê.

Tu nikarî destê xwe dirêjî kesekî bikî. Berê lêborîn hebû lê niha her tişt bertek nîşandan e.

Em di rewşeke gelekî xirab de ne. A niha kal, pîr, ciwan, zarok her kes diçe ba derûnasan. Ez qet tê nagihîjim.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê jî di nava 10 salên dawîn de bikaranîna dermanên derûnî li Tirkiyeyê ji sedî 63 zêde bûye.

Li Tirkiyeyê di sala 2021ê de bi bihayê 139 milyon dolar dermanên derûnî hatine kirîn.

Rêza Tirkiyeyê di nava welatên endam ên OECDyê de 4 e. Li cîhanê jî rêza bikaranîna van dermanan 22 ye.

Pispor di vê mijarê de bar dixin stûyê rayedarên dewletê û erkên wan nîşan didin.