Li Edeneyê helîkopter ket bendavê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê  helîkoptera agirvemirandinê ket bendavê.

5 kesên di helîkopterê de bûn bi melavanîkirinê rizgar bûn.

Îro demjimêr derdora 16.00an li taxa Kizlarsekîsî ya navçeya Kozanê ya Edeneyê ji ber sedemek ne diyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Helîkopterek jî ji bo ku ji hewayê ve agir vemirîne çû herêma şewatê.

Lê dema ku hewil dida ji bendava Gokdereyê ya li ser rûbara Goksuy avê dagire ji ber sedemek nediyar  ket nav bendavê.

Li gorî zanyariyan 5 kesên di helîkopterê de melavanîkirine û bi birîndarî rizgar bûne.

Rêveberiya Giştî ya Daristana a Tirkiyeyê ragihand ku ji 5 kesên di helîkopterê de 3 ji wan Rûs bûn û bi birîndarî hatine rizgarkirin û tîman ew birine nexweşxaneyê.