Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Malbata Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Giştî ya Îmraliyê da.

Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îmraliyê tê girtin û ev 41 meh in ku ti agahî jê nayên wergirtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê daye.

Di navbera salên 2021-2023yan de her herî kêm 7 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatine birîn.

Herwiha mafê wan ê hevdîtinê hatiye astengkirin û her cezayekî ji wan 3 mehan ajotiye.

Malbat û parêzerên Ocalan gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin lê serlêdana wan bi hinceta ku cezayê wî yê disiplînê heye tê redkirin.

Li hêla din, sedemên cezayên disiplînê jî bi malbat û parêzeran re nayên parvekirin.