Selvî ‘hişyariya suîqestê’ da Erdogan, Kalin û Fîdan!

2 demjimêr berê
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Hakan Fîdan Îbrahîm Kalin Îsraîl Suîqest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Abdulkadîr Selvî hişyarî da Recep Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin ku egera suîqestê heye.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îsraîlê qebûl nekiriye ku wan Heniye kuştiye lê Tirkiyeyê dîsa jî bertekên tund nîşanî Îsraîlê dan.

Rojnameger Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe ya di rojnameya Hurriyetê de hişyarî da Serokkomarê Tirkiyeyê da Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin.

Selvî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Serdema Bahoza Suîqestan” de îdia kir ku pêkan e Îsraîl Erdogan, Fîdan û Kalin jî bike hedef.

“Mebejin li cem me ev tişt nabin”

Abdulkadîr Selvî got ku “Divê tedbîrên parastinê yên ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin werin kontrolkirin” û li pey çû:

“Brîtanya, Amerîka û Îsraîl bi biryar in ku şer li herêmê belav bikin.

Îsraîl her tiştî dike da ku şer berfirehtir bike.

Xuya ye ku Amerîka û Îsraîlê serdema suîqestan vekiriye. Divê em jî hinek tedbîran kontrol bikin.

Ev pirsgirêkeke jiyanî ye. Mebejin li cem me ev tişt nabin.

Em li erdnîgariya herî biteşqele ya cîhanê ne. Ev suîqest li welatên cîran çêbûn.

Amerîka welatek e ku suîqestê li serokê xwe dike, Îsraîl dewleteke terorê ye.

Ji ber vê yekê jî divê li hundir û derveyî welat tedbîrên parastinê yên ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin ji nû ve werin kontrolkirin.

Ev keleşên çavsor in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst