‘Yasaya Kûçikan’ di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Yasaya Kûçikan a ku li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên MHP û AK Partiyê hatibû qebûlkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Parastina Ajelan piştî nîqaşên dirêj ên li Parlamentoya Tirkiyeyê vê hefteyê  bi dengên MHP û AK Partiyê hatibû qebûlkirin.

Yasa 30ê Tîrmehê li hemberî 224 dengên “na”yê bi 275 dengên “erê” hatibû qebûlkirin.

Li gorî yasayê, veterîner dikarin ji bo kuştina ajelên nexweş biryarê bidin ku ji bo mirov û ajelan xeter in û rê li ber belavbûna nexweşiyan vedikin.

Herwiha divê ji bo kûçikên beredayî heta sala 2028an wargeh bên avakirin û hemû kûçikên beredayî li wan cihan bên komkirin.

Divê xwediyên kûçik û pisîkan jî heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an ajelên xwe qeyd bikin û nasnameya wan wergirin.

Dê cezayê pereyan û herwiha cezaya girtîgehê yê ji 6 mehan heta bi 2 salan li wan şaredariyan bê birîn ku yasayê bi cih neyînin.