Tirkiyeyê Instagram blok kir!

5 demjimêr berê
Nîşan Tirkiye Instagram Blokkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Teknolojiyên Agahiyan (BTK) ragihand ku wan bikaranîna Instagramê asteng kiriye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji vê sibehê ve Instagram venabe.

BTKyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan bikaranîna Instagramê asteng kiriye.

Li gorî daxuyaniyê biryara blokkirina Instagramê li gorî biryara bi hejmara 490.05.01.2024.-608983yan a Saziya Pêwendî û Teknolojiyên Agahiyan hatiye standin.

Li hêla din, li ser sedema vê biryarê ti daxuyaniya fermî nehat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst