Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê amarên serlêdanan belav kirin

02-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 11 salên dawî de 519  hezar û 539 kesan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) daye.

AYMyê ragihand ku ji van serlêdanan tenê li ser 400 hezar û 877 serlêdanan biryar hatiye dayîn.  

“Biryar li ser 400 hezar û 877 serlêdanan hatiye dayîn”

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) amarên serlêdanên ku di navbera 23yê Îlona 2012an û 30ê Hezîrana 2023an de hatine kirin belav kirin.

Di serdema hatiye diyarkirin de 519 hezar û 539 kesan serî li AYMyê daye û ji wan biryar li ser 400 hezar û 877 serlêdanan hatiye dayîn.

AYMyê ji wan dosyayên ku biryar li ser wan hatiye dayîn, ji bo 314 hezar û 716 dosyayan biryara qebûlnekirinê daye.

“13 hezar û 386 serlêdan hatine redkirin”

Dadgehê biryar daye ku di nav 70 hezar û 314 serlêdanan de herî kêm mafek hatiye binpêkirin, ji bo hezar û 166  serlêdanan jî biryar daye ku ti binpêkirinên mafan nehatine kirin.

AYMyê herwiha 13 hezar û 386 serlêdan jî red kirine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema ku doz li dadgehên asayî çareser nebin an jî kesêkî guman ji wê yekê hebe ku li dadgehên asayî mafê wî hatiye binpêkirin, dikare serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide û li wê derê li mafê xwe bigere.

Eger ji encamên wê dadgehê jî nerazî be dikare wê demê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst