DOZA KOBANÎ - Aysel Tugluk: Ez nikarim xwe biparêzim

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî Aysel Tugluk HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk ku di danişîna doza Kobanî de neçar ma îfadeya xwe bide got, “Tiştek nayê bîra min û ez ne di wê rewşê de me ku parastina xwe bikim.

15emîn danişîna Doza Kobanî ku hevserokên giştî yên HDPê yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî jî di nav de bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê birêve diçe.

Aysel Tugluk di danişîna Doza Kobanî de bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû ku ev di demekê de ye ew ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşiyên wê yên kronîk hene û li gor rapora Saziya Bijîşkiya Dadê, ji ber nexweşiya xwe ew nikare di girtîgehê de bimîne û divê bê berdan.

Parêzer wê Serdar Çelebî ji Amedê bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû û daxwaza ji bo neguhdarkirina Tugluk dubare kir û raporên ATKê bi bîr xist.

Serdar Çelebî got: “Me li ser rewşa tendirustî ya Aysel Tugluk gelek rapor radestî wê kirine. Diyar e ku Tugluk nikare xwe biparêze. Mafê wê yê parastinê tê binpêkirin. Ev tişta tê kirin muameleya xerab e û îşkence ye.

Dozgeriyê jî xwest ku Tugluk parastina xwe bi rêya parêzer bike. Şandeya dadgehê jî gotina “Heta astekî dikare parastinê bike” ya di rapora ATKê weke hincet nîşan da û daxwaza parêzer bi piraniya dengan red kir û Tugluk jî neçar ma ku îfadeya xwe bide.

Tuglûk diyar kir ku ew ne di wê rewşê de ye bikare xwe biparêze axaftinê de ye û got, "Ez ne di wê pozîsyonê de me ku xwe biparêzim."

Li gel ku Tugluk dema diaxiviya zehmetî dikişand jî, hin pirs ji wê kirin, wê jî her digot pirsa fême nake û tiştek nayê bîra wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst