Karkerên demsalî ji bo xebatê zarokên xwe ji dibistanê derdixin

Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên Rihayî ji ber hejariyê zarokê xwe ji xwendinê qut kirine û bûne karkerên demsalî. Li navçeya Şereflîkoçhîsar ku 150 kmyan ji paytexta Tirkiyê, Enqerê dûr e, hejmareke karkerên demsalî yên xelkê navçeya Wêranşar a Rihayê ku piraniya wan ciwan, nûciwan û zarok kar dikin.

Karkerên demsalî yên xelkê navçeya Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li navçeya Şereflîkoçhîsar a ku 150 kîlometreyan ji Enqere ya paytexta Tirkiyê dûr e dixebitin. Ev malbatên ku ji warê xwe dûr, di nav şert û mercên dijwar de di bin konan de dijîn, pîvazan berhev dikin.

Piraniya wan ciwan, nûciwan û zarokin ku di temenê xwendinê de ne. Lê piraniya wan ne xwendekarin ji ber derfetê malbatên wan tunene ku wan bidin xwendin. Malbat bo debara jiyana xwe bikin ew ji dibistanê derxistine û anîne vir kar dikin.

Karker Zeynep Korpe got, “Giriyê min li ser halê zarokên min tê, ew kurê mine, her tim ji min re dibêje, dayê te çima nehişt ez bixwînim. Ji 10 zarokan min tenê yek zarokê xwe da xwendin. Hêza mina ya darayî tune ku bidin xwendin, bi çi pereyî wan bidin xwendin?”

Ew dibin vê tavê de rojî 10 demjimêran kar dikin, heqdesta wan ya rojê 300 lîre ye, ku niha dike 11 dolar û nîv.

Ev 10 salin ew bi vî awayî karê karkeriya demsalî dikin. Hinek ji zarokên ku niha li vir kar dikin di bin van konan de hatine dinê. Di betlaneya cejnê dejî ew li ser kar in.

Karker Mesul Korpe anî ziman, “Ji dêvla ku em niha di vê betlana cejnê de ji xwere biçin bigerin em hatine vir kar dikin. Ji ber rewşa xirap ya darayî ez neçarim li vir kar bikim. Ez 20 salî me siberojeke min tuneye, ez nikarim biçin dibistanê pîşeyeke min tune ye. Min piştî dibistana navîn dest ji xwendinê berda, ez beşdarî ezmunan jî bûm pileyên min baş bûn, lê ji ber bê kariyê û rewşa xirap ya darayî ez naçar mam dest jî xwendinê berdim.”

Hinek jî dibêjin derdê wan ne tenê birsîbûn û hejariye hinek derdê wan yê mezintir jî hene.

Karker Ali Korpe got, “Li gor rewşa niha ya Tirkiyê ti hêvîyeke me nemaye. Em razîne birçî bimînin, lê edalet, mafnasî û demokrasî hebe. Em tenê edalet, mafnasî û demokrasî yê dixwazin, ji ber ger ew hebin dê her tişt çêbibe.”

Salane bi hezaran karkerên demsalî ji Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar bi vî awayî berê de didin bajarên Tirkiye di nav bax û bustana de kar dikin ku zarokên wan ji xwendinê û hemû derfetan bê par in.