Komkujiya Sêwazê: Kesên ligel desthilata niha ya siyasî dimeşiyan canên me şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Di 29emîn salvegara Komkujiya Parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê de 33 qûrbaniyên komkujiyê ku piraniya wan rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd ên Elewî bûn, bi merasîmekê li ber deriyê Otela Madimakê ku têde hatibûn şewitandin, hatin bibîranîn. Serokê Giştî yê Komelaya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Cuma Erçe di merasîma bîranînê de axivî û got: “Kesên ligel desthilata niha ya siyasî dimeşiyan canên me şewitandin. Ev tawanekî dijî mirovatiyê ye.”

Îro 29 sal di ser komkujiya Hotela Madimakê ya li parêzgeha Sêwazê re derbas dibin û salane bi vê helkeftê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tikiyê merasîmeke taybet bi bîranîna qûrbaniyên komkujiyê tê sazkirin û ew qûrbanî tên bibîranîn.

Îro 2ê Temûza 2022ê bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Sêwazê demjimêr 09:00 çalakiyekê li ber deriyê Komaleya Çandê ya Haci Bektaşî Velî  destpê kir û piştre kasûkarên qûrbaniyan û beşdarvan heta ber deriyê Otela Madimakê meşiyan ku têde 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend ên praniya wan Kurdên Elewî, ji aliyê Îslamiyên radîkal ve hatibûn şewitandin û qerenfîl danîn ber deriyê otelê. Di merasîmê de hejmareke zêde ya endamên rêxistinên sivîl, sendîka, saziyên pîşeyî, weqif û partiyên siyasî, bi hezaran kes beşdar bûn.

Cima Erçe: Ew civakên ku rûbirûyê dîroka xwe nebin dirizin

Serokê Giştî yê Komelaya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Cuma Erçe di merasîmê de li ser navê hemû saziyên Elewiyan daxuyaniyek da çapemeniyê. Erçe amaje bi wê yekê da ku di 2ê Temûzê de Komkujiya Madimakê ji bo anîna rejîma takekesî hatiye kirin û got: “Kesên ligel desthilata niha ya siyasî dimeşiyan canên me şewitandin. Ew civakên ku rûbirûyê dîroka xwe nebin dirizin. Em îro rizî ne. Îro her cor komkujî pêk tên.”

Cuma Erçe got: “Ev hotel hê jî dişewite û roniyê dide. Em biryarên dadgehên dewletê wek tune dihesîbînin. Ev tawanekî dijî mirovatiyê ye. Heta em nebêjin qediya ev doz naqede. Ti carekê dem bi ser de naçe.” Serokê Giştî yê Komelaya Çandê ya Pîr Sultan Abdal tekez kir ku heta di doza Komkujiya Sêwazê de dadwerî pêk neyê ew dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin û got: “Em hemû alî dê bên ba hev, mil bidin milê hev û têbikoşin. Li vir ne tenê 33 can hatin şewitandin. Ilim, dad, hiqûq, demokrasî û hertişt hat şewitandin."

Li aliyê din serokên partiyên siyasî û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi peyamên li ser medya civakî qûrbaniyên wê komkujiyê bibîranîn.

Demîrtaş: Birîna Komkujiya Sêwazê hê jî diêşe

Hevserokê berê yê HDPê Selahhattîn Demîrtaş ku niha li Edîrneyê girtiyê siyasî ye peyamek belav kir û got: "Birîna Komkujiya Sêwazê hê jî diêşe ji ber tevî ku çend sal derbas bûne rûbirûbûnek rast ligel wê komkujiyê çênebû. Ez soza xwe ya têkoşîna pêkanîna vê yekê û çênebûna êşên bi vî rengî careke din dûbare dikim û bejna xwe li ber kesên canê xwe ji dest dane ditewînim.”

Kiliçdaroglu: Êşa wan hê jî weke roja yekem di dilê me de

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî peyamek belav kir û got: "Ez canên me yên Komkujiya Sêwazê ku êşa wan hê jî weke roja yekem di dilê me de ye bi rehmet bibîr tînim. Ji bo heman êş careke din li ser vê axê çênebin divê em tovên hezkirinê biçînin. Pêkanîna yekitiyê deynê me ye bo wan.”

Li Sêwazê di çarçoveya çalakiya kulturî ya Pîr Sultan Abdal de ku 2ê Temûza sala 1993an ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Abdal ve hatibû organîzekirin, Îslamiyên radîkal Hotêla Madimak şewitandibûn û di encam de 33 nivîskar, zana û hunermend û 2 karmendên hotêlê canê xwe ji dest dabûn ku li hotelê diman.