Amed (Rûdaw) - Derbarê pêkanîna hikumeta nû ya Tirkiyê de Rûdawê nerîna hinek ji welatiyan li Amedê wergirtiye , ewên ji bo rûdawê axivîne ti hêviyek bi hikumeta dahatî nîne ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê.
Li Tirkiye êdî serdemeke nû destpê dike. Komara Tirikye piştî damezrandina xwe bi 95 salan, derbasî sîstemeke nû bû. Sîstema serokatiyê ya ku di 16ê Nîsana 2017an de bi giştpirsiyê hatibû erêkirin, li şûna parlementerîzmê bi cî dibe.
Peyamnerê Rûdawê li Amedê Mehdî Mutlu ji xelkê Amedê ew herdu pirs kirin: “Tu dixwazî li Tirkiyeyê hikûmeta ku dê were avakirin hikumeteke çawabe? Tu dixwazî hikûmeta bê avakirin ji bo çareseriya pirsa Kurd perspektîfeke çawa bişopîne”
Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de AKPARTİyê ji sedî 42.49 deng wergirt. Piştî hilbijartinan niha proseya damezrandina hikûmeteke nû li Tirkiyê dest pê kir. Hikumeta nû dê heftêya bê were damezrandin
Li gor sîstema nû li Tirkiyeyê peywîra damezrandina hikûmetê bi destê serokkomar tê dayîn.
Ji sala 1923'an heta roja me li Tirkiyeyê 65 hikumet hatine damezrandin. Ji sala 2002'an heta roja me AK Partiyê 8 hikumet damezrandine
Welatiyê bi navê Muslum Ekmek wiha bersiva pirsan da: “Tenê bila aramî hebe, em tiştek din naxwazin. Çi xêr e bila ew bibe. Herkes dixwazî zîmenê xwe pîroz bike”
Kesekî bi navê Mehsûm Aslanoglu jî got: “Em gelek ji Selahattin Demîrtaş hez dikin. Bila çareseriyekê peyda bikin. Bila ligel mezinên me re biaxivin çi pêwîst be wê bikin.”
Xelkê Aemdê Riza Sevînc jî got: “Dibêjin Kurd tine. Di meclîsê de me qebûl nakin. Hemû dibistanên bi zimanê Kurdî perwerde dida girtine. Bila aştiyê pêk bînin, bila ligel şêxan û herkesî biaxivin.”
Ekrem Kiliç diyar kir ku divê hikûmeteke ser dadmendiyê bê avakirin were pêkanîn û got: “Eger di navenda rêvebiriyê de edalet tine be, ti heq û hiqûq jî nayê dayîn. Ji bo Ereban, ji bo Kurdan û ji bo Tirkan jî dê neyê dayîn. Pirsgirêka heyî ne Kurdan e, ya Tirkan bixwe ye. Pirsgirêkên bi sedan salan heye divê di çarçoveya îslamê de bê çareserkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse