Îdîayeke din li ser berbijêriya Demirtaş

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberekî payebilind ê HDPê ji rojnamevan Îsmaîl Saymaz re li ser daxuyaniyên Selahattîn Demîrtaş ên têkildarî berbijêriya serokkomariya Tirkiyê axivî û got, “Daxwaza Selahattîn a 'Ez dixwazim bibim berbijêr' qet nebû, negihîşt navenda me.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku tevî biryara AIHMê di girtîgehê de ye, diyar kiribû wî ji HDPê re gotiye ku ew dixwaze bibe berbijêrê serokomariyê lê HDPê bêyî ku hincetekê nîşan bide ev daxwaz red kiriye.

Îsmaîl Saymaz di nivîsa xwe ya malpera Sozcuyê de nirxandinên rêveberekî payebilind ê HDPê yê ku navê wî eşkere nekiriye yên li ser daxuyaniyên Demîrtaş belav kir.

“Daxwaza Selahattîn a 'Ez dixwazim bibim berbijêr' negihîşt navenda me”

Rêveberê HDPê li ser daxuyaniyên Demîrtaş ên têkildarî berbijêriya serokkomariyê anî ziman, “Daxwaza Selahattîn a 'Ez dixwazim bibim berbijêr' qet nebû, negihîşt navenda me. Berovajî vê yekê bi çapemeniyê re hevdîtinek kir û got, 'Ez ji ber rewşa xwe ya hiqûqî ne yek ji bijardeyan im.' Bi rastî jî dema ku partiya me hewza berbijêran çêdikir, navê Selahattîn li serê lîsteyê nivîsandibûn. Ew bi xwe jî parêzerên wî jî rewşa wî ya hiqûqî dizanin. Me nîşeya wî ya ku ew di nav bijardeyan de cih nagire û berbijereke serokkomariyê wê bi bandor be, wergirt û ev nîşeya wê niha li partiyê heye.”

Rêveberê HDPê di bersiva pirsa Saymaz a "Lê we ew xist hewza berbijêran?” got, “Ew di serê lîsteyê de bû. Wî berbijereke serokkomariyê pêşniyar kir. Wî amaje pê kir dibe ku ew Gulten (Kışanak) Xanim be. Ew bi xwe jî û kesên ku bi wî re di peywendiyê de ne jî vê yekê baş dizanin.”