Berdevkê HUDAPARê sond xwar

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û Parlamenterê  Êlihê yê wê partiyê Serkan Ramanli yê ku digot divê metna sondxwarinê ya parlamenteriyê bê guhertin jî îro li Parlamentoyê sonda yasayî xwar.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên Parlementerî û Serokkomariyê yên Tirkiyê Îro 2ê Hezîrana 2023an yekem civîna Parlamentoya wî welatî bi sondxwarina parlamenteran di demjimêr 14:00an de dest pê kir.

Ji ber ku parlamenterê herî bi temen bû serokê giştî yê MHPê û Parlamenterê Osmaniyeyê Devlet Bahçelî yekem civîna  gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê birêvebir û bi awayekî demkî serokatiya parlamentoyê dike.

Parlamenterên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku ji lîsteyên AK Partiyê hatine hilbijartin jî di merasîma sondxwarinê ya  li  Parlamentoya Tirkiyê de amade bûn.

Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û Parlamenterê wê partiyê yê Êlihê Serkan Ramanli ku digot divê metna sondxwarinê ya parlamenteriyê bê guhertin jî îro li Parlamentoyê amade bû û sonda yasayî ya parlamenteriyê xwar.

Metna sondxwarinê ya parlamenteriyê wiha ye, “Ez ê hebûn û serbixweyiya dewletê, yekpariya welat û gel bêyî şert û merc biparêzim. Ezê pabendî serweriya yasayî, komara demokratîk û sekuler, prensîbên Ataturk û şoreşên wî bim. Ji bo jiyaneke baş û aramiya civakê, hevkariya niştimanî û dadmendiyê ku hemû kes ji mafên mirov û azadiyên bingehîn sûdê bibînin ezê kar bikim û pabendî destûra bingehîn bim. Li ser vî bingehî, ez li pêşberî gelê Tirk ê mezin li ser namûs û şerefa xwe sond dixwim.”

Parlamenterê HUDAPARê jî di dema sondxwarinê de metna li jor weke xwe xwend. Ev di demekê de ye Serkan Ramanli di daxuyeniyeke xwe de derbarê vê metnê de gotibû, “Li gor min ew metna sondxwarinê ne metneke rast e. Me di bernameya partiya xwe de nivisiye ku divê metna sondxwarinê bê guherin. Ez çima li ser 6 tîrên Partiya Gel a Komarî sond bixwim?”

Ev gotinên Ramanli di serdema propagandeya hilbijartinan de demeke dirêj bûn sedema nîqaşan. Bi taybet ji aliyê partiya sereke ya opozîsonê CHPê ve.