Erdogan û Bahçelî biryar dane: Mehmet Şîmşek bi 'desthilateke tam' dibe wezîr

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Şîmşek Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku piştî birêveçûna hilbijartinan li Tirkiyê, çavên hemû aliyan li benda pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya wî welatî ye, li gor zanyariyên ku tên belavkirin îhtimaleke mezin heye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên wî welatî, di kabîneya nû de Mehmet Şîmşek bibe Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê.

Li gor nûçeya Bloombergê, zanyariyên bihêz hene ku behsa wê yekê dikin di kabîneya nû ya Tirkiyê de Mehmet Şîmşek bibe Wezîrê Xezîne û Darayî yê wî welatî û dê xwedî desthilatek temam be.

Li gor heman çavkaniyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku tê payîn sibe êvarê kabîneya xwe eşkere bike, Mehmet Şîmşek wek Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê destnîşan kiriye.

Di nûçeyê de tê gotin, ku di kabîneya nû de berpirsiyarê hemû polîtîkayên aborî yên Tirkiyeyê dê Mehmet Şîmşek be.

Herwiha hatiye ragihandin ku biryara derbarê Mehmet Şîmşek de di hevdîtina Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de hatiye dan.

Rojekê piştî gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê û piştî ku encamên destpêkê hatibûn aşkerekirin û Erdogan serkeftin bidestxistibû, di 29ê Gulanê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Mehmet Şîmşek re hevdîtin kiribû.

Mehmet Şîmşek pêştir di navbera salên 2009 heta 2012an de dema ku Erdogan Serokwezîrê Tirkiyê bû, Wezîrê Xezîne û Darayî yê wî welatî bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst