Sirri Sureyya Onder wek Serokwekîlê Parlamentoyê yê YSPê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Çepên Tirk Sirri Sureyya Onder wek Serokwekîlê Parlamentoyê yê YSPê hat hilbijartin û serokwekîlên grupa HDPê Saruhan Oluç û Meral Daniş Beştaş jî nehatin guhertin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya yekemîn çêkirin û Hevserokên Partiya Çepên Kesk û HDPê beşdar bûne. Li gor zanyariyan di civînê de bo dema nû nirxandin hatiye kirin û rêveberiya grupa HDPê jî hatiye diyarkirin.

Biryar hatiye dayîn ku serokwekîlên berê yên grupa HDPê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç li ser karê xwe berdewam bin. Herwiha parlamenterê Sêrtê Tuncer Bakirhan wek Rêveberiya Îdareya Parlamentoyê û Sirri Sureyya Onder jî wek Serokwekîlê parlamentoyê hatiye hilbijartin.

Li gor rêziknameya parlamentoya Tirkiyê partiyên siyasî li gor hejmara parlamenteran endaman didin Dîvana Serokatiya Parlamentoyê. Di vê çarçoveyê de HDPê bo vê endamtiyê Sirri Sureyya Onder diyar kiriye û ji her sê hefteyan carekê dê Onder parlamentoya Tirkiyê birêve bibe.