Hasîp Kaplan: Çima Onder li derve lê Demirtaş girtî ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê Hasîp Kaplan serbestberdana Sirri Sureyya Onder û girtîbûna Selahattîn Demîrtaş weke "du standardî" nirxand.
Hasîp Kaplan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de diyar kir ku Sirri Sureyya Onder û Selahattin Demirtaş di heman rojê de li Stenbolê axivîne û parêzerên wan di heman demê de îtîraz kirine, Onder hatiye berdan û Demîrtaş hê jî di girtîgehê de ye.
Herwiha Kaplan diyar kir ku ew “wek hiqûqnasekî vê yekê fam nake” û wiha pirsî "Kesek dikare ji min re rave bike?"
Hasîp Kaplan di parvekirina xwe de wiha dibêje:
“Wek hiqûqnasekî tiştekî ku ez fêm nakim heye, di Newroza Stenbolê ya 2023an de S.Demirtaş û S.S.Onder di heman rojê de li Stenbolê axivîn, heman parêzeran di heman demê de îtiraz kirin, SSOnder bi biryara Dadgeha Destûrê hate berdan, biryara Demîrtaş hate pesendkirin. Kesek dikare ji min re rave bike? Du standardî.!"
Benim 1 Hukukçu Olarak Anlamadığım 1
— Hasip KAPLAN (@HasipKAPLAN) June 1, 2023
Şey var,2023 İstanbul
Newrozun’da S.Demirtaş ile S.S.Önder aynı gün
İstanbul’da konuştular,
Aynı Avukatlar Aynı Zamanda itiraz ettiler
SSÖnder AYM kararı ile
Tahliye oldu,S.Demirtaş
Kararı Onaylandı.Biri
Bana Açıklayabilirmi?
Çifte Standartı.!
“Kuryeyê HDPê yê bi MITê re hevdîtin kir kî ye?”
Kaplan di berdewamiyê de du tweetên cudan ên din jî parve kir û got “Kuryeyê HDPê yê bi MITê re hevdîtin kir kî ye?”, “Rastiya Çareseriyê Çiye Rave Bike Bes e..!”