Îro dê parlamenter sond bixwin

02-06-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Civîn Sondxwarin Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hevrikiyeke tûnd a di  14ê Gulanê de û ragihandina encamên fermî Parlamentoya Tirkiyê yekem civîna xwe saz dike.

Civîna parlamentoyê di demjimêr 14:00an de bi sondxwarina parlamenteran dest pê dike.

600 kursiyên Parlamentoyê bi vî awayî li ser aliyên siyasî dabeş dibin:

AK Partî 268 kursî, Partiya Gel a Komarî (CHP) 169 kursî, Partiya Çepên Kesk (YSP) 61 kursî, Partiya Tevgera Netewperest (MHP) 50 kursî, ÎYÎ Partî 43 kursî, Partiya Yenîden Refah 5 kursî û Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) 4 kursî li parlamentoya Tirkiyê mîsogerkirine.

Parlamenterên partiyên opozîsyon û desthilatê ku bo serdema 28emîn hatine hilbijartin, rojek berî civînê li parlamentoyê navê xwe bo parlamenteriyê  tomar kirin û piştre jî behsa armanc û karên xwe yên di erkê xwe yê nû de kirin.

Parlamenterê CHPê yê Enqerê Okan Konuralp got "Pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê bidawî nebûne. Her ku diçe kurtir dibin û berdewam dikin. Ji ber wê jî em wek kesên ji partiya Gel a Komarî ku li aliyê opozîsyonê ne  piştî hilbijartinên ku me li pey xwe hiştine, em dê li ser pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê û çavdêrîkirina desthilata heyî di asta herî jor de nîşan bidin."

Parlamenterê YSPê yê Stenbolê Îskender Bayhan dibêje "Tirkiye di bi taybet di 10 salên dawî de ji ber şerê Sûriyê rûbirûyî pêleke zêde ya koçberan bû. Ji ber wê jî heta  polîtîka neyên guhertin, ti çareseriyek pêknayê û ev yek dê bêçareseriyê mezintir bike."

Yek ji kesên ku di vê gera Parlamentoyê de ji bajarê Aydinê ji lîsteya  AK Partiyê hatiye hilbijartin, Şaciwan a berê ya Tirkiyê Seda Saribaş e. Wê jî serdana parlamentoyê kir û ji bo erkê xwe yê nû navê xwe tomar kir.

Parlamentera AK Partiyê ya Aydinê Seda Saribaş diyar kir "Di serdema 28emîn de weke Parlamentera Aydinê, me derfet dît ku nûnertiya bajarê xwe û welatê xwe di bin banê parlamentoyê de bikin. Em şanaz û serbilind û bi kelecan in. Eger xwedê bike nesîb çi erk bikeve ser milê me em dê bi hemû hewildana xwe pêkbînin."

Li parlementoya Tirkiye parlementerê herî bi temen kî be ew bi awayek demkî Serokatiya Parelementoyê dike.

ji ber vê jî serokê MHP û parlementerê Osmaniye Devlet Bahçelî  rûniştina yekem bi rêvedibe û  bi awayek demkî serokatiya Parelementoyê bike.

Merasima sondxwarinê jî dê bi sondxwarina Devlet Bahçelî despê bike. Piştî Bahçelî li gor rêzbendiya tîpên elfabeyê nav bi nav parlementer sonda yasayî dixwin. Her parlamenterê ku sond nexwe dê ji mafê parlementeriyê bêbeş dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst