Li Tirkiye di pîrozbahiya hilbijartinan de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gera duyemîn a hilbijartina 28ê Gulanê ya serokkomariya Tirkiyê ku Recep Tayyip Erdogan bû 13emîn serokkomarê wî welatî, pîrozbahî hatin kirin û di encam de li Bakurê Kurdistanê zarokekî û li Tirkiyê jî 2 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Di encama pîrozbahiyên AK Partiyê de ku li ser cadeyan karwana otomobîlan çêkirin û bi çekan gule berdan li seranserê Tirkiyê 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Toroslar ya parêzgeha Mersinê di pîrozbahiya li ber avahiya AK Partiyê guleyek li serê Muhammed Eslek yê 14 salî ket û canê xwe ji dest da.

Herwiha li navçeya Surmene ser bi parêzgeha Trabzonê jî di encama pîrozbahiyê de Yakup Hendemê 75 salî dema çeka xwe kontrol kiriye gule li wî ketiye û di nexweşxanê de xanê xwe ji dest daye. Di pîrozbahiyên navçeyên cûda yên heman parêzgehê de yek ji wan zarok 4 kes jî birîndar bûne.

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê Emirhan Gelgir yê 14 salî di roja 28ê Gulanê de birîndar bûbû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin. Lê ligel hemû midexaleyan roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an Emirhan Gelgir canê xwe ji dest daye.

Malbata Gelgir ragihandiye ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û daxwaz kirine ku tawanbar bê cezakirin.