Alî Babacan ji niyeta hikûmetê bo êrîşa ser Rojava bi guman e

02-06-2022
Ferdî Sak
Serokê partiya DEVAyê Alî Babacan
Serokê partiya DEVAyê Alî Babacan
Nîşan Partiya DEVA Alî Babacan Rojava Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku rayedarên hikûemta Tirkiyê û di serî de jî Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan gefa êrîşeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê dikin, yek ji rêberên opozisyona wî welatî û Serokê partiya DEVAyê Alî Babacan dibêje, “Em ji niyetên hikûmetê yên bo operasyona ser Sûriyê bi guman in.”

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan roja Çarşemê di civîna firaksiyona partiya xwe de behsa operasyona nû ya welatê xwe bo ser navçeyên di bin kontrola HSDê li bakurê Sûriyê kir.

Erdogan gefa xwe dubare kir û got, "Em dê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî pêngav bi pêngav, em dê li navçeyên din jî heman tiştî bikin."

Lê ev operasyona ku Erdogan behsa wê dike û dema wê di nav beşek ji partiyên opozîsyonê de bûye cihê gumanê.

Serokê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA), Alî Babacan got, “Binêrin ev îro dixwazin li vî welatî aboriya têkçûyî, hiqûqa hatiye binpêkirinm û sîstema tendirûstî ya têkçûyî neyê axaftin. Dibêjin rewşa ku gel rûbirûbûye bila neyê axaftin. Em jî di ji niyeta wan a derbarê egera operasyoneke bo nav Sûriyê bi guman in. ji ber vê yekê em ji vê hikûmetê dipirsin, hûn dixwazin pirsên li navxwe yê welat bi operasyoneke derveyî sînor veşêrin? Çarçoveya vê operasyonê çi ye hûn çima niha dikin? ”

Erdogan di çend rojên borî de ji Partiya Gel a Komarî (CHP) ku partiya sereke ya opozîsyonê ye pirsîbû ku gelo ew “piştevaniyê didin operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyê yên li dijî PKK û YPGê an na?”

Wekîlê Serokê Fraksiyona CHPê Engîn Ozkoç roja Çarşemê li beramber pirsa Erdogan helwêsta partiya xwe ya derbarê operasyonan de eşkere kir.

Engîn Ozkoç got, "Em heta dawiyê piştevaniyê li hemû têkoşîna  Artêşa xwe û hêzên xwe yên ewlekariyê ya di rûbirûbûna terorê de dikin. Lê em pirsekê ji te dikin, di operasyonê de bi zêdekirina maddeya ku dibêje ez dê hêzên biyanî bixim nav Tirkiye niyeta te çi ye? Bi çi awayî be bila bibe em qet naxwazin hêzên biyanî bikevin nav welatê me."

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Dewlet Bahçelî jî ku partiya wî şirîka desthilatê ye ji destpêkê ve piştevaniya xwe bo operasyona nû ya Tirkiyê derbiriye û pêdagir e li ser pêkanîna wê operasyonê.

Devlet Bahçelî diyar kir, “Terorîst ji kuderê êrîşan pêkbînin ew cih armancên rewa ne. Divê ew bên paqijkirin û di serî de Til Rifeet  û Minbîc bê rizgarkirin.”

Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) jî li dijî operasyona nû ya Tirkiyê ye û roja Sêşemê hevseroka wê partiyê  Pervîn Buldan AK Partî  bi dijminayetîkirina Kurdan û piştgirîkirina DAIŞê tohmetbar kir.

Egera operasyona nû ya Tirkiyê bo ser navçeyên di bin kontrola HSDê de ji bilî nîqaşên siyaseta navxwe, di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de jî bûye sedema nakokiyan.

Roja Çarşemê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, ew dijayetiya her aloziyeke li Bakurê Sûriyê dikin û got: “Her êrîşeke nû dibe sedema têkdana aramiya herêmê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst