Tirkiyê bertek nîşanî biryara ‘jenosîda ermeniyan’ da

02-06-2016
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Tirkiyê li hember naskirina jenosîda ermeniyan ji aliyê Almanya ve bertek nîşan da û balyozê xwe ji Almanya vekişand.

 

Îro pênşemî 2ê Hezîranê Parlamentoya Almanya piştî gotûbêjkirinê, komkujiya ermeniyan di sedsala 20an de ku ji aliyê desthilata Împeratoriya osmanî ve pêk hatibû, wek jenosîd nas kir.

 

Tirkiyê her zû îro li hember vê biryara Parlamentoya Almanya bertek nîşan da û ev biryar bi tundî red kir.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku ew vê biryara Parlamentoya Almanya bi tundî red dikin û bi ti awayî vê yekê qebûl nakin.

 

Bînalî Yildirim got, Balyozê Tirkiyê yê li Almanya bo şêwira zêdetir bangî Enqerê kirine.

 

Yildirim herwiha got, naskirina komkujiya ermeniyan wek jneosîd ji aliyê Parlamentoya Almanya ve biryareke şaş e û dê bandoreke rasterast li ser pêwendiyên dostane yên navbera Enqerê û Berlînê bike.

 

Yildirim tekez kir: “Em bi hemû awayî vê biryarê red dikin û em qebûl nakin. Bo vê mebestê jî me Balyozê Tirkiyê yê li Berlînê jî bo şêwira zêdetir bangî Tirkiyê kiriye.”

 

AK Partiyê jî iryar rexne kir

 

Piştî pesendkirina naskirina jenosîda ermeniyan ji aliyê Parlamentoya Almanya ve, Berdevkê Fermî yê AK Partiyê Yasîn Aktay jî bi tundî bertek nîşan da.

 

Yasîn Aktan, Hikûmet û parlamentoya Almanya bi tundî rexne kir û got, ev biryar dê bandorê li ser têkiliyên her du aliyan bike û Tirkiye jî dê di vê bareyê de biryara xwe bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst