Li Konyayê qeza: 24 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karapinarê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê mîdîbusek û panelvanek li hev qelibîn.

Di vê qezayê de 24 kes birîndar bûn.

Qezayê îro berê sibehê li ser rêya Konya û Edeneyê rû da.

Timên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karapinarê.