Barhilgir û mînibûsa karkeran li hev dan: 33 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Melîkgazî ya Qeyseriyê mînibûsa karkeran û barhilgirek li hev qelibîn, li gor agahiyên ewil 33 kes birîndar bûn.

Mînibûsa serwîsa karkeran a ku C.K. (33) diajot û plaqeya wê 38 R 0713 ye û barhilgira ku M.T. diajot û plaqeya wê 38 JD 324 e, li taxa Esentepeyê ser kolana Şehîdên Gîrneyê li hev ketin û mînibûs wefgeriya.

Di qezayê de şofêrê mînibûs û 32 kesên têd birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê îtfaiye, polîs û ekîbên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr û hat gotin ku ji birîndaran rewşa kesekî giran e û metirsî li ser jiyanî wî heye.