Desthilat û opozîsyona Tirkiyê hevdu bi hewla derbeyê tohmetbar dikin

02-05-2023
RÛDAW
Desthilat û opozîsyona Tirkiyê hevûdu bi hewla derbeyê tohmetbar dikin
Desthilat û opozîsyona Tirkiyê hevûdu bi hewla derbeyê tohmetbar dikin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Suleyman Soylu Hilbijartin CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmî du hefteyên din dengdan li Tirkiyê bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê dest pê dikin û desthilat û opozîsyonê hevdu bi hewla derbeyê tohmetbar dikin.

AK Partî ku zêdetir ji 20 sal in desthilat e, piştevaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu wek hevaltiya PKKê binav dike.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî propagandeya wê yekê dike, Amerîka û hevpeymanên wê yên Rojavayî bi rêya piştîvaniya opozîsyonê, destwerdana hilbijartinê dikin. Wan bi wê yekê tohmetbar dike, piştî hewla derbeya 15ê Temûza 2016an ya sernekeftî, ew dixwazin bi guhertina desthilatê di 14ê Gulanê de li Tirkiyê derbeyeke siyasî bikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Yên dibêjin bila Tayyip Erdogan biçe, kî ne? Amerîkayê xwest li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê dewleta terorê ava bike, gelo me destûr da? Kê destûr neda? Recep Tayyip Erdogan destûr neda.”

Zimanê propagandeya desthilat û opozîsyonê ewqas tund bûye, ji niha ve hevûdu bi hewla derbeyê tohmetbar dikin.

Alîkarê Serokê CHPê Muharem Erkek jî got: “Di nav dîwarên koşkê de tirs hewqasî mezin bûye, mixabin bi gotinên ku aqilê mirov nagire dikarin bêjin li dijî demokrasiyê derbe çêdibe. Ev e pirsgirêka sereke ya hebûnê (beka). Wezîrê navxwe çima hevdem ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan sîstema çavdêrîkirina hilbijartinê datîne? We plan daniyê hûn piştî têkçûnê derbeyê bikin?.”

Ji aliyê din ve gotegota şandina şandekê bo hevdîtina ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Îmraliyê deng vedaye. Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê, red dike ku di dema hilbijartinê de şandek şandibin, lê Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê roja 1ê Gulanê got: “Niha zilamek şandine Îmraliyê, daxwaza piştevaniyê kirine. Ez dizanim kî şandine. Eger siyasetmedar bûya, min ê yekser navê wî eşkere bikira, yek ji darazê şandine.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 25 milyon Kurd dijîn û rola dengdêrên Kurd a diyarkirina encaman heye, siyasetmedarên desthilat û opozîsyonê bi argumanên cuda hewl didin wê xezîneyê bidest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst