Gezîcî: Hilbijartina serokkomariyê dimîne gera dûyem

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Gezîcî encamên rapirsiya xwe ya derbarê hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de belav kirin. Li gor rapirsiyê, hibijartina serokkomariyê dimîne gera dûyem.

Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Gezîcî ku di navbera 24-26 Nîsanê de li 29 parêzgeh û 152 navçeyan ligel 3 hezar û 991 kesan kiriye, di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de ji her çar berbijêran kes ji %50ê dengan bidest naxe.

Encamên Rapirsiya Gezîcî nîşan didin, ku di gera yekem a hilbijartinê de Kemal Kılıçdaroglu %48,7ê dengan, Recep Tayyip Erdogan %44,6ê dengan, Muharrem Înce %4,7ê dengan û Sînan Ogan %2ê dengan bi dest dixin.

Navenda Lêkolînê ya Gezîcî herwiha dibêje, di gera dûyem de berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %5,6ê dengan dikeve pêş berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û serkeftinê bidest dixe.

Ji bo hilbiajrtinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê tenê 12 roj mane. Biryar e di 14ê Gulanê de hilbijartin li Tirkiyê bên lidarxistin.