Li Stenbolê 17 endam û rêveberên HDK, HDP û YSPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin, rêveber û endamên rêxistina ciwanan ên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk (YSP) jî di nav de 17 kes hatine desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê hin endam û rêvebirên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk (YSP) lêpirsînek daye destpêkirin.

Li gor agahiyan, di encama lêpirsînê de îro 2ê Gulanê li navçeyên Başakşehîr, Esenyurt, Arnavutkoy û Kuçukçekmece yên stenbolê bi awayê hevdem operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonên îro de polîsan bi ser gelek malan de girtine, û rêveber û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP( û Partiya Çep a Kesk (YSP) jî di nav de 17 kes hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî bo Navenda Ewlekariya ya Stenbolî hatine birin.

Herwiha tê gotin bo dema 24 demjimêran kesên hatine desteserkirin mafê wan ê parêzerê xwe bibînin nîne û ji ber li ser dosyaya girtinê biryara nihênîbûnê heye, sedema desteserkirina wan jî nayê zanîn.