12 kes bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen hatin desteserkirin

02-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di operasyonekê de li Enqerê û 8 bajarên din 12 kes bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqere, bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen derbarê 14 kesan de lêpirsîn daye destpêkirin û biryara desteserkirinê daye.

Di çarçoveya wê lêpirsînê de, îro 2ê Gulana 2023 li Enqere ya paytexta Tirkiyê û 8 bajarên din hêzên ewlekariyê operasyonek dest pê kirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di operasyonê de ji 14 kesên ku biryara desteserkirinê derbarê wan de heye 12 kes hatin desteserkirin.

Hikûmeta Tirkiyê, piştî hewla darbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an Rêxistina Fethullah Gulen ku wek Feto dide naskirin, wek rêxistineke terorê nas dike.

Hikûmeta Tirkiyê û Erdogan dibêjin, destê rêxistina Cemaeta Gulen di hewla darbeyê de hebûye û gelek caran daxwaza radestkirina Fethullah Gulen ji Amerîkayê kirine, lê Waşingtonê ew yek red kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst