Şêwirmendê Erdogan: Guherîna desthilatê li dijî serxwebûnê derbe ye

02-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Mehmet Uçum Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwekîlê Lijneye Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomariyê Mehmet Uçum derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de got: “Guherîna desthilatê di hilbijartinên 2023an de li dijî serxwebûna temam derbe ye.”

Mehmet Uçum, di bernameyeke televîzyonî de derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê û rojeva siyasî de axivî. Uçum sîstema hikûmeta serokkomariyê ku opozîsyon daxwaza guhertina wê dike, ji bo Tirkiyê wek baştirîn sîstema birêvebirinê binav kir. Uçum dibêje, bilindbûna enflasyonê û bihabûna jiyanê ji aliyê hikûmetê ve jî tê qebûlkirin.

Uçum derbarê opozîsyonê de got: “Eger hûn li qadên ewlehiyê yên Tirkiyê xwedî dernekevin, hûn nikarin di vê mijarê de behsa pêşve birinê bikin. Daxuyaniyên ku gotin em ê peywendiyên Tirkiye-Rûsyayê binirxînîn hebûn. Di hilbijartinên 2023an de guherîna desthilatê li dijî serxwebûna temam a Tirkiyê derbe ye. Ev dikare bê kirin, mijareke din e. Nêzîkbûneke wan a derbarê parastina prensîbên dewletê de ku baweriyê dide nîne.”

Uçum dibêje: “Kapasîteya xebata kolektîf a sîstema serokatiyê ji ya sîstema parlamenteriyê gelek baştir e. Di encumena wezîran de ji bo wergirtina biryaran divê mirov li ser ya herî kêmzerar li hev bike. Di sîstema serokkomariyê de wergirtina biryara herî baş pêkan e.”

Uçum herwiha îdia kir, ku di navbera civaka Tirkiyê de cudakarî (cemserî) nabe û got: “Xwestin bi rêya Kurd û Tirk û Elewî û Sunî cudakariyê bikin, lê bi ser neketin. Di civaka Tirkiyê de cudakarî nabe.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî pêştir hilbijartinên 14ê Gulanê wek “derbeyeke siyasî” binav kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst