Turanê AKPyî: Eger hilbijartin bimîne gera dûyem em amade ne bi her kesî re hevdîtinê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Fraksyona AK Partiyê û Parlamenterê AK Partiyê yê Çanakaleyê Bulent Turan ragihand ku eger hilbijartina serokkomariyê bimîne gera dûyem “Bo mezinbûna Tirkiyê û armancên wê amade ne bi her kesî re hevdîtinê bikin û vekirî ne îdiayên xwe parve bikin.”

Parlamenterê AKPê Bulent Turan derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de axifî û sekna partiya xwe ya di hilbijartina serokkomariyê de eşkere kir.

Li gor medyaya Tirkiyê, Turan îdîa dike ku dengên bê biryar zêdetir derbasî partiya wan dibin û dibêje: “Rapirsiyên di hemû deman de hatine kirin lêkolîn bikin, meha herî dawî, 10 rojên dawiyê dengderên bê biryar li derdora deshilatê kom dibin. Bê biryar nemane.”

Turan dibêje; “Em bi hêvî ne di dema nû de xelkê me ji me re bibêje 'belê' û derfeta berdewamkirinê bide me, bi motîvasyoneke mezintir bo çareserkirina pirsgirêkên hemû beşên civakê em dê xebateke zêdetir bikin. Ger hilbijartin bimîne bo gera dûyem bo mezinbûna Tirkiyê û armancên wê em amade ne bi herkesî re hevdîtinê bikin û vekirî ne îdiayên xwe parve bikin. Em bo yekîtî û bihevrebûna welat, amade ne bi herkesê ku girêdaneke wan a bi terorê re nebe hevdîtinê bikin.”

Ji bo hilbijartinên Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê de bên lidarxistin, tenê 12 roj mane û rikeberiya aliyên siyasî her ku diçe tundtir dibe.