Optimar: Rêjeya dengên Erdogan ji ya AKPê kêmtir e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya Optimarê rêjeya kesên ku Serokkomariya Recep Tayyip Erdogan erê dikin, di jêr rêjeya dengên AK Partiyê de dimîne.

Kompaniya Lêkolînê ya Optimarê rapirsiya xwe ya ku di navbera 23 û 28ê Nîsana 2022ê de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 1847 kesan re derbarê “rojeva siyasî” de çêkiriye eşkere kir.

Li gor rapirsiyê derbarê hilbijartinên serokkomariyê de, %33.1ê beşdarvanan dibêjin em dengê xwe didin Recep Tayyip Erdogan û %13ê beşdarvanan dibêjin em ê dengê xwe bidin Mansur Yavaş. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bi %12an di rêza sêyemîn de ye. Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu bi rêjeya ji % 9.1 çaremîn e.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hatiye kirin.

Beşdarvanan:

%36.2 AK Partî

%26.6 CHP

%10.6 IYI Partî

%10.2 HDP

%10.1 MHP diyar kirine.

Herwiha li gor encamên rapirsiyê rêjeya dengên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di jêr rêjeya dengên partiya wî de dimînin.