Babacan bo Rûdawê: Em bi bawerî û aramî ber bi pêşerojê ve bimeşin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan di peyama xwe ya cejnê de got, "Em bi hev re bi awayekî îstîqrar, bawerî û aramî ber bi pêşerojê ve bimeşin."

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Mizgefta Kocatepe ya Enqerê nimêja Cejna Remezanê kir.

Babacan cejna welatiyan pîroz kir û peyama xwe ya derbarê cejnê de ji Nûçegîhanê Rûdawê yê Enqereyê Şevket Herkî re parve kir.

Babacan got, “Ez ji Xweda dixwazim ku Cejna Remezanê ji bo welatê me bi aramî û kêfxweşî derbas bibe. Hêvî dikim ku Xwedê me bigihîne gelek cejnên tendurist û bextewar. Dema em li erdnîgariya li kêleka xwe dinêrin, bi rastî pirsgirêk mezin in. Mirov her roj canê xwe ji dest didin. Şer hene, nakokî hene. Ez dibêjim Xwedê tenduristî û hêza welatê me xera neke. Werin em bi hev re bi îstîqrar, bawerî û aramî ber bi pêşerojê ve bimeşin.”