Li Tirkiyê 103 şervan û welatî bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin

02-05-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Şervan Komeleya Mafên Mirov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov ragihand ku 103 şervan û welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyê radestî Tirkiyê kirine, bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin.

Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov Mustafa Vefa eşkere kir ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyê li navçeyên Serê Kaniyê, Girê Spî û çend navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê 103 şervan û xelkê navçeyê bi tohmeta endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in desteserkirine û radestî Tirkiyê kirine.

Li Tirkiyê jî li gor Maddeya 302 a Yasaya Cezayên Tirkiyê bi tohmeta “Plangêrî û gefxwarina li serweriya yekparçeyiya axa Tirkiyê” bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin. Hemû jî li herdu girtîgehên Cezayên Giran ên Rihayê hatine zîndanîkirin.

Mustafa Vefa bale dikşîne ser rewşa xirab a wan 103 girtiyan û dibêje: “Di dema radestkirina wan de bo Tirkiyê, gelekî hatine êşkencekirin û di rewşeke tendirustî ya xirab de bûne. Herwiha beşek ji wan bêyî parêzerên wan hebe, bi awayekî rasterast hatibûn dadgehkirin.

Herwiha kes û karên hinek girtiyan ji tirsa gefên hêzên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê, heta niha serdana girtîgehan nekirine û hevdîtin ligel wan pêkneanîne.”

Navbirî tekez dike ku sê ji girtiyan Suryanî ne û bi heman tohmeta qaşo endamên YPGê ne û dijî dewleta Tirkiyê rahiştine çekan bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin û dibêje: “Di demekê de hersê ne şervan bûn û ne li devera şer hatine desteserkirin.

Berevajiya wê di dema pişkinînê de li gundekî Suryaniyan hatine desteserkirin û êdî bê lêkolîn, radestî artêşa Tirkiyê hatine kirin û wek şervanên YPGê dosya bo wan hatiye vekirin.”

Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov ji Ajansa Mezopotamyayê re behsa wê yekê jî dike ku hejmareke din a welatiyan li herdu navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî bi heman tohmetî hatine desteserkirin û heta niha radestî Tirkiyê nehatine kirin û dibêje: “Çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê daxwaza sê hezar dolar ji kes û karên wan dikin daku radestî Tirkiyê nekin û mohleta mehekê didin wan, eger na tên radestkirin û şensê wan ê vegerandinê namîne.”

Mustafa Vefa tekez dike ku hemû ev rêkar li dijî mafên mirov û yasayên navdewletî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst