ROJEVA TIRKIYÊ - Opozisyonê bêyî HDP tifaq kir

02-05-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Rojeva Tirkiyê Hilbijartinên Pêşwext CHP HDP
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Beriya hilbijartinên 24ê Hezîranê xal û mijarên nezelal û nakok hêdî hêdî digihîjin encamê. Bêyî CHPê namzetên hemû partiyan eşkere bûne û CHP jî roja înê namzetê xwe nîşan dide. Li aliyê din hewlên avakirina bereyekê ji aliyê partiyên opozisyonê ve jî gihîştin asteke nû.

 

Partiyên opozisyonê yên sereke li hevkirin lê HDP beşdarî bereya xwe nekirin. CHP, İYİ Partî, Saadet û Demokrat Partî gihîştin hemahengiyê û ew bi yekgirtin beşdarî hilbijartininê parlementoyê dibin. Ji ber ku İYİ Partî qanih nebû, HDP beşdarî vê bereyê nehate kirin.

 

HDP û gelek partiyên din ê çepgir û sosyalîst jî bi bereyekê beşdarî hilbijartinan dibin û piştgiriya Demîrtaş dikin.


Herwiha partiyên kurdî ên weke
AZADÎ, PAK, PSK, PDK-T ve PDK-Bakur jî tifaqek afakirine û îro bi preskonferansekê radigihînin.

 

Li aliyê din prosedûra bereya Cûmhûr jî hatiye temamkirin û Erdogan serlêdana xwe bo namzetê wê bereyê dike. Amadekariyên hilbijartinê yên teknîk jî bi lezûbez berdewam dikin.

 

Hurriyet: Hilbijêrên derveyî sînor!

 

“Leşker û fermaberên ku li Sûriye û İraqê dimînin ewê di hilbijartina 24ê Hezîranê de weke hilbijartinên ‘derveyî welêt’ dengên xwe bikarbînin. “

 

Sabah: Yên ku ji tankan reviyan ew ê di sindoqan de tune bibin

 

“Selahattîn Yalçin, bavê Muhammed Yalçin ê ku di 15ê Temûzê de dema parastina kulliye diki hat kuştin: Emê lîstikên qirêj di 24ê Hezîranê de têk bibin.”

 

Sozcû: Tam 16 û 30 cejn derbas bû, çi bû ku teqawût niha hatin bîra we

 

“Desthilata ku dît hilbijêr ne kewê di qefesê de ye, weada CHP ya beriya 3 salan cîbicîkir û devê kîse vekir.”

 

Milliyet: Gav bi gav pakêta mezin

 

“Pakêta ku bo parlemenê hat veguhestin dike ku dêyn heta 36 mehan bên plankirin. Bo şaredariyan plansaziya dêynan ya heta 12 salan tê.”

 

Haber Turk: Vesazkirina 300 milyar lîreyî

 

“Serokwezîr Yildirim ragihand ku qebereya deynên dewletê ên ku wê bêne vesazkirin bi qasî 300 milyar lîreyê Tirkiye ne.”

 

Posta: PES

 

“Li Tirkiye doh di hundirê zebeşekî de 65 kîlo eroîn hate dîtin. Çeteya dizan qesabek talan kirin. Firinkaran dikana hevrikekî xwe şewitandin. Ji mînîbûseke ku 14 dikare lê siwar bibe 56 penaber derketin.”

 

Yenî Şafak: 6emîn tora mezin ya gerdûnî

 

“Di beyannameya Ak Partiyê ya 24ê Hezîranê de wê vîzyona gerdûnî cihekî girîng bigire. Bal tê kişandin ku hejmara nûnertiyên li derveyî welêt gihîştiye 236an û wiha tê gotin: Tirkiye bû 6.mîn tora mezin ya gerdûnî. Emê ji bo mezlûm û mexdûrên cîhanê parêzvaniya azadî, aştî demokrasiyê bikin.”

 

Star: Dewlet jî milet jî wê qezenc bikin

 

“Yasaya ku herkesî eleqeder dike ji bo parlemenê hat veguhestin. Pakêta ku ji bo gelek prisgirêkên mayînde dibe çareserî û cihê kêfxweşiyê, ewê bandoreke baş li bazar û aboriyê jî bike.”

 

Cûmhuriyet: Emê rojên xweş bibînin

 

“Li tevahiya Tirkiye 1ê Gulanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahiyên herî qerebelix û bi coş li Stenbolêbûn.”

 

Karar: Bi 30 hezar îmze parlemenê penaber

 

“50 hezar paneberên Sûrî ên ku bûne welatiyên Tirkiye wê di 24ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Ew jî dixwazin ku nûnerek wan hebe. Ji bo namzetiya Serokê Bereya Tirkmenan Semîr Hafez îmze têne berhevkirin. Hafez jî got: Em êdî 81.5 milyon in. Pêdiviya penaberan jî bi wê heye ku dengê xwe bidin bihîstin.”

 

Akşam: CHPê serê kendirê ji dest berda

 

“Pêşniyaza namzetê hevpar ê Kiliçdaroglû ji alî Akşenerê ve nehat qebûlkirin û li kaprîsên wê asê man. Ji ber wê du hefte ne ku namzetê CHPê diyar nebûye.”

 

BirGun: Niha dora sindoqan e

 

“Li çar aliyên welêt 1ê Gulanê bi coş hate pîrozkirin. Karkeran li Maltepe ya Stenbolê, beriya hilbijartinan dengê xwe li hemberî desthilatê bilind kirin. Li Enqere û Îzmirê jî bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngan bûn. Li bajarên din jî beşdarî zêde bû.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst