Li Stenbolê 120 kes ji ber 1ê Gulanê Roja Karkeran hatin desteserkirin

02-05-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan 1ê Gulanê Stenbol PSK Ala Kurdistanê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Stenbolê di bin tedbîrên awarte yên ewlehiyê de derbas bûn.


Derdora qada Taksîmê bi bendên hesinî hate girtin û nêzikî 120 kesên ku xwestin bikevin qadê hatin binçavkirin. Li aliyê din mitînga li Bakirkoyê jî bi eleqeyeke mezin derbas bû. Sendîkayan peyamên têkoşînê dan. 3 Endamên PSK jî bi hinceta ku alaya Kurdistanê bilind kirin hatin binçavkirin.


Her çiqasî 1ê Gulanê ji 2009an vir ve weke cejneke fermî tê qebûlkirin û karker naçin ser kar jî, Stenbolê di bin tedbîrên awarte de pêşwaziya wê kir. Meydana Taksîmê weke qefeseke hesinî hat dorpêçkirin û kesî nikarî xwe bigihîne qadê. Li hin deweran ragêşî di navbera polîs û çalakvanan de derket û nêzikî 120 kes hatin binçavkirin.


 Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSKê) Kanî Beko ji Rûdawê re wiha got: “Me dixwest ku li Taksîmê pîrozbahiya xwe bînin cih lê mixabin ew qad ji karkeran re girtiye. Hikûmetê bê rêya rewşa awarte zêdeyî 125 hezar kes ji kar avêtine. Qeyûm li ser 85 şaredariyan hatine danîn. Hezar û 500 xebatkarên van şaredariyan ji kar hatine avêtin. Bi tevahî 7 mîlyon kes jî bêkar in. Li hemberî van û şerê ku li welatê me û li rojhilata navîn diqewime pêwîst e em helwesta xwe jî nîşan bidin.”


Welatî Zerrîn Demir jî got: “Li vê qadê hatina cem hev ji bo me tiştekî gelekî xweş e. Bi me dide hest kirin ku em pir in û bi hêz in. Wek daxwaz em li dijî sîstema serokatiyê ne.”


Li qada Bakirkoyê nêzikî 50 hezar kes ji bo pîrozbahiyan kom bûn. Partiyên weke CHP, HDP, EMEP û gelek komele û partiyên din jî amade bûn. Bereya ku di referandûmê de kempîneya ‘Nexêr’ dimeşand bi temamî li qadê bûn. Di axaftinan de jî peyama domkirina wê hevkariyê û dijberiya polîtîkayên hikumetê hate ziman.


Parlementera HDPê Fîlîz Kerestecîoglû jî anî ziman: “1ê Gulanê roja yekîtî û piştevaniya karker, kedkar û xebatkaran e. Gelek caran ev cejn gelekî bi xweşî hatiye pîrozkirin û îro jî herwiha wisa ye. Lê niha li Tirkiye krîzeke ciddî ya aborî heye ku dixwazin vê yekê veşêrin. Bi dîtina min hemû partî û saziyên dijbereyê pêwîst e li gel karker, xebatkar û xwendevanan cih bigrin.”


Parlementerê HDPê Ertûgrûl Kurkçu jî wiha axivî: “Eşkereye ku îsal 1ê Gulanê li gor salên din bicoştir e û beşdarbûn gelekî zêdeye. Ji ber ku di pêvajoya referandûmê de kes ketin ferqa hêz û bandora xwe. Dîtin ku dê karibin zorê bidin dîktatoriyê û zextê deynin ser wî. Li vir ne bitenê karker û kedkar hene, lê belê jin, xort û Kurd jî hene, nasnameya wan her çibe kesên ku mafên wan tên binpêkirin tev li vir bi hev re ne.”


Karker Ahmet Kerîm jî got: “Berî her tiştî azadî. Kar, nan, demokrasî. Evqas”


Mitînga li Stenbolê di bin aramî û rewşekê hemînê de derbas bû. Tenê 3 nûnerên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) ku xwestin bi Alaya Kurdistanê bikevin qadê hatin binçavkirin. Mitîng bi konsera Kardeş Turkuler û bi coşek mezin bi dawî hat.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst