TKP: 1ê Gulanê ji bo gelê Kurd û Tirk roja hevkariyê ye

02-05-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Nûnera Partiya Kominîst a Tirkiyê (TKP) Hanife Şahin got, 1ê Gulanê ji bo gelê Kurd û Tirk roja hevkariyê ye û bo rawestina şer jî tê wateyekê girîng.

Nûnera TKPê Hanife Şahin derbarê rojevê de daxuyaniyê da Rûdawê re û got, ji xwe bi salan e ki bhesa hevkariya Kurd û Tirkan û civakeke azad tê kirin.

Hanife Şahin amaje kir ew tişt di programa partiya wan de jî hatiye nivîsandin û ew li hemû qadan jî behsa ve dikin. 

Şahîn anî ziman 1ê Gulana îsal behtir cuda û taybet e  û wiha domand: “Li aliyekî behsa rakirina laîsizmê te kirin, li aliyekî metingehiya li ser kedkaran berdewam e û li aliyekî jî tarîtiya li ser civakê berdewam e. Ev hemû xal temamiya civakê eleqeder dike. Ji bo vê jî divê me îro dengê xwe ji her tim berztir derxista. Slogana me ya îsal ev e ku we ne paşverû serdestbin lê dê kedkar serdest bin.

Li Tirkiye her roj bombe diteqin, jin têne kuştin û îstismara li ser zarokan didome. Ji bo vê jî hevkariya hemû derdoran a li hemberî rewşa heyî pir girîng e."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst