DAIŞê îslamofobî zêde kir

 

Enqere (Rûdaw) - Rêxistina DAIŞê bi kirin û çalakîyên xwe tenê zirarê nade Rojhilata Navîn dibe ku ev rêxistin li Ewrûpayê dibe sedema nêrîneke ne baş a li beramber misilmanan û ola îslamê. Îslamofobiya anko  nehezî û tirsa li beramber îslamê ji ber kirinên DAIŞê gorî demên berê zêdetir bûye.

Kirinên durandane ên DAİŞê her roj dibe sedema mirina çend mirovan û di navbera çend salan de bi destê vê rêxistinê bi sedan bajar û navçe û gund bûne wêran. Bi milyonan kes penaber bû ku rêxistin hêj bi dijwarî erîşên xwe berdewam dike li ser bajarên Iraqê, Sûriyê Rojava û Başurê Kurdistanê. Kirinên DAIŞê li aliyekî heremê wêran dike li aliyê din îmaja misilman û ola îslamê jî xirap dike. Îslamafobiye anko nêrîna çewt û tirsa li beramber îslamê roj bi roj bi taybetî jî di nav welatê ewrûpî de zêdetir dibe.  

Şarezayê Polîtîkayên Derve li SDE Enes Bayrakli ji Rûdawêre ragihand li welatên Ewrûpa îslamofobiya gehiştiye rêjeyeke gelek dijwar û wiha got:

“Ne tenê di nav mesiyan de êdî bawermendên ola îslamê yên lîberal jî ji ola xwe ditirsin. Tundrewî û dijwarî zirareke gelek mezin dide îslamê. DAIŞ bi kirinên xwe dibe sedema vê yekê. “

Gorî şarezayan, berîya DAIŞê û hêzên din yên cîhadîst yên tundrew li welatên Ewrûpa îslamafobîya hebû lê DAIŞê hem destê neyarên îslamê bi hêz kir hem jî ji bo gotinan wan bû delîl.

Mamostayê Zanistên Siyasî li Zankoya Marmara Ahmed Uysal jî amjaje kir ku îslamafobîya tiştekî nû nîne û wiha domand: “Bingehên wê heta serdema şerên xaçperest û misilmana diçin. Lê ez di wê baweriyê de me ku destê alimên îslamê lawaz bûye. ji ber ku kirinên DAIŞê kes nikare bi çi şêwe şirove bike.”

Akademîsyenên misilman yên li Ewropa dijîn jî dibêjin divê misilman weke take bi jiyana xwe îmajeke baş bidin ewropîyan û behsa rûyê îslamê yê aştîyane bikin.

Mamostayê Beşa Siyasetê li Zankoya Salzbugr a Nemsayê Farid Hafez jî wiha got:

“Nêrîna mesiyan û olên din li beramber îslamê ne baş e. wan gelek sedem hene ku ji misilmanan bitirsin lê em dikarin weke kesayet di jiyana xwe de bi têkiliyên xwe yên rojane îmaja xwe baş bikin.”

Îslamofobiye ji bo şareze û akademisyenan jî mijareke balkêş e û gelek caran li ser vê mijarê panel, semîner û komxebat jî tên kirin.