Otomobîl û mînîbûs li hev qelibîn: Ji heman malbatê 5 kes mirin

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Edene Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya parêzgeha Edeneyê otomobîl û minîbûsek li hev qelibîn û di encam de ji heman malbatê 5 kesan canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Kozan-Fekeyê nêzîkî herêma Bendava Kozanê otomobîlek û minîbûsek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê ragihand ku şofêrê otomobîlê Zeynel Guleç, hevjîna wî Ulku Guneş û zarokên wan Bedîrhan, Emîrhan û Dîlek Guleç canê xwe ji dest daye.

Her wiha di mînîbusê de jî 10 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneyên cuda yên Edeneyê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e û şofêrê mînîbûsê hatiye desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê îro ragihandibû ku di 4 rojên betlaneya Cejna Remezanê de di encama qezayên trafîkê de 34 kesan canê xwe ji dest daye û careke din hişyarî da ku welatî li gorî rênimayan tev bigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst